Mesrûr Barzanî serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke ENKSê kir
PDK-S: Îro Şemiyê (23.09.2023) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Opozîsyona Sûriyê kir, ku ji Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê Dr. Ebdulhekîm Beşar , û Ibrahîm Biro, endamê Komîsyona Danûstandinên Sûrî pêkhat.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser rûpela xwe ya facebookê belav kiriye, û tê de gotiye: “Îro me pêşwaziya şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir, ku her du endamên Encûmenê yên opozisyona Sûriyê pêk dihatin. Birêz Ebdulhekîm Beşar û Ibrahîm Biro.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha got: “Di hevdîtinê de rewşa giştî û pêşhatên dawî yên Sûriyê gotûbêj kirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: Di civînê de her wiha tekezî li ser çareseriya aştiyane ya kêşeyên Sûriyê hat kirin, bi awayekî ku maf û daxwazên rewa yên gelê Kurd dabîn bike.