Sekretêrê PDK-Sê gereke siyasî û rêxistinî bo rêxistinên Partiyê li Turkiyê encam da
PDK-S: Mihemed Ismaîl sekretêrê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya, gera xwe li Turkiyê bi dawî kir, tê de hejmareke hevtîndin û civîn encam dan.
Mihemed Ismaîl sekretêrê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li Stenbol , Ruha û Qizil Tepe gereke rêxistinî û siyasî encam da, li gel endam û alîgirên Partî civiya.
Gera Mihemed Ismaîl sekretêrê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya bi amedebûna Mihemed Muslim, endamê Komîta Navendî ya Partî û berpirsê rêxistinê li Turkiyê bi rê ve çû.
Mihemed Ismaîl sekretêrê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya behsa pêşhateyên dawiyê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir.
Li bajarê Ruhayê jî, li gel serokên êl û hozan, û şanda Partiya Yekîtî Kurdistan – Sûriya, bi serokatiya Henan Ebas endamê komîta rêxistinî, hevdîtin li dar xistin.
Li aliyekî din, Mihemed Ismaîl sekretêrê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li gel rûspiyên bajarên Kobanê û Efrînê civiya û tekezî li ser ektîvkirina kar û rola Partî kir, û tekezî li ser rola Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê kir, ku weke landika giştî ji Kurdê li Rojavayê Kurdistanê re ye.
Piştî bidawîanîna gerên xwe li Turkiyê, Mihemed Ismaîl sekretêrê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya berê xwe da Elmaniya.