Kiwalisiyona Opozisiyonê serkekî nû hildibijêre

Kiwalisiyona Opozisiyonê serkekî nû hildibijêre

PDK-S: Roja Înê 03.05.2019, kiwalisyona Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê serokekî nû ji bo xwe hildibjêre.

Malpera fermî ya Kiwalisyonê belavkiriye, ku roja Înê ew civîna xwe ya asayî ya xula 45an li darxe û di civînê de mijarên girêdayî bi gurkirina asta leşkerî di van rojên bûrî de ji aliyê rêjîma Esed û Rûsiyê û pêşhateyên meydanî dê bêne gengeşekirin.

Li gorî malpera navbûrî ku di civînê de dê banga şandiyê Navdewletî ji bo Sûriyê Gêr Pêdirson herweha pêşhateyên siyasî derbarê hewlên Neteweyên Yekgirtî ji bo ektîvkirina piroseya siyasî û destpêkirina karê komîteya destûrî û selkên din yên çarçoveya Cinêvê dê wern gengeşekirin serbarî ku dê serokekî nû ji bo kiwalisyonê û cîgirên wî û emîndarê giştî û endamên desteya siyasî û serokekî nû ji bo hikûmeta demkî werin hilbjartin.