NY fikara xwe li ser rewşa Idlib û Hemayê nîşan dide

NY fikara xwe li ser rewşa Idlib û Hemayê nîşan dide

PDK-S: Neteweyên Yekgirtî fikara xwe derbarê rewşa li Idilb û Hemayê nîşanda.

Berdevkê Neteweyên Yekgirtî Stîvan Docarîk di kongirekî rojnamevanî de duh 03.05.2019, got li gorî raportan herî kêm heft kes li gundewarê başûrê Idilbê di 48 demjimêrên bûrî de herweha du kesên din jî li parêzgeha Hemayê hatin kuştin û bidehan kesên din li Idilb , Hema û Helebê hatine birîndarkirin.

Li gorî raportên hatine belavkirin ku 123 hezar kes ji bakurê rojavayê Sûriyê ji Eylûna bûrî ve derbider bûne herweha bihtirî 300 kes ji ber şer û pevçûnan li bakurê rojavayê Sûriyê di hersê mehên bûrî de hatine kuştin.