NY banga dabînkirina gihiştineke ewlehî ji bo kampa Rukban dike

NY banga dabînkirina gihiştineke ewlehî ji bo kampa Rukban dike

PDK-S: Netewên Yekgirtî banga dabênkirina gihiştineke ewlehî û berdewam û bê astengî ji bo kampa Rukban dike.

Berdevkê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Istîvan Dogrîk li New York ji rojnemevanan re ragehand, ku kampa Rukban ji aliyê rêjîma Esed ve dûrpêçkirî ye û ew daxwaz dikin, ku gihiştineke ewlehî û bê tu kêşe û astengî ji Netewên Yekgirtî re li kampa Rukban bê dabîn kirin .

Navbûrî serbarkir, ku heta dawiya heyva Nîsana bûrî nêzîkî 7 hezar 700 kes ji kampa Rukban derketin , herweha roja Pênşema bûrî zêdetir ji 3 hezar kes ji nav kampê derketin .

Di dawî de Dogrîk amedebûna Netewên Yekgirtî ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji neştecyên kampê re nîşan da.