Makron dilgiraniya xwe ji têkçûna rewşa Idlibê dide xuyakirin

Makron dilgiraniya xwe ji têkçûna rewşa Idlibê dide xuyakirin

PDK-S: Serokê Ferensa dilgiraniya xwe derbarê rewşa mirovî ya xirab li bajarê Idilbê daxuyakirin, û got ku pêwîste çareseriyeke siyasî were dîtin .

Îmanwêl Makron serokê Ferensa di tûytekê de ragehand ku armanckirina bajarê Idilbê ji aliyê rêjîma Esed û hevpeymanên wê ve , û têkçûna rewşa Idilbê cihê dilgiraniye .

Herweha Makron dazanîn, ku nabe rewşa Idilbê bi bijardeya leşkerî were çareserkirin , û pêwîste di zûtirîn dem de Netewên Yekgirtî çareseriyeke siyasî bibîne .