Şandeke serkirdayetiya PDK-Sê beşdarî di behêdariya xwîşka Serok Barzanî de kir
PDK-S: Îro Şemiyê 24.02.2024, şandeke serkirdayetiya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, bi boneya koça dawî ya xwîşka Serok Mesûd Barzanî Zekiye Mele Mistefa Barzanî, hevxemiya xwe pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî kir.
Şande bi serokatiya endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Niştimanî li Herêma Kurdistanê Seîd Omer, Hacî Kalo endamê mekteba siyasî yê Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya, Mihemed Elî Ibrahîm, Mihemed Şêrîn, Serhan Hesen endamên Komîteya Navendî û hejmarek ji kadroyên PDK-Sê pêk dihat.
Şanda Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya bi boneya koça dawî ya xwîşka Serok Mesûd Barzanî hevxemiya xwe ragihand.
Şîn ji aliyê Serok Barzanî û Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin.
Duh Înê 23.02.2024 danê sibê xwîşka Serok Mesûd Barzanî Zekiye Mele Mistefa Barzanî çû ber dilovaniya xwedê .