Emerîka mercên lidarxistina hilbijartinên azad li "bakur û rojhilatê Sûriyê" tune ne
Emerîka derbarê hilbijartinên rêveberiya PYDê got ku mercên lidarxistina hilbijartinên azad, zelal û berfireh li "bakur û rojhilatê Sûriyê" tune ne.
Li gorî cîgirê berdevkê Wezareta Derve ya Emerîkayê Vedant Patel, "Hilbijartinên ku li Sûriyê bên kirin, divê azad, zelal û berfireh bin, wekû biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî dibêje."
Herwiha got ku "Emerîka di wê baweriyê de ye ku hilbijartinên li bakur û rojhilatê Sûriyê tên lidarxistin van mercan pêk nayne."
Berpirsê Emerîkî amaje bi wê yekê kir ku "Wezareta Derve ya Emerîkayê ev yek ji aliyên bi bandor li bakur û rojhilatê Sûriyê re got."