Amar.. Êrîşên Israîlê li ser rêjîma Sûriyê ji destpêka şer li Xezayê ve

Amar.. Êrîşên Israîlê li ser rêjîma Sûriyê ji destpêka şer li Xezayê ve

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de, roja Înê 31ê gulana 2024an, ronahî xiste ser êrîşên Israîlê li ser rêjîma Sûrî, Hizbulaha Libnanî û milîsên Îranê li Sûriyê ji destpêka şerê li Xezeyê ve.

Rewangeha Sûrî got ku "Ji despêka şerê li Xezayê ve, Israîlê 88 êrîş di nav xaka Sûriyê de encam dane (60 asmanî û 28 bejayî)".

Di wan êrîşan de, xalên ser bi Hizbulaha Libnanî, milîsên Îranê û rêjîmê ve hatine armanckirin.

Li gor raportê, "173 baregeh, cebilxane û navend hatin jinavbirin, serbarî kuştina 228 leşkeran û birîndarbûna 114an".

Ji nav kuştiyên milîsên Îranê, 37 sûrî ne û 54 biyanî ne, herwiha 24 ji Pasdarên Îranê ne, 44 ji Hizbulaha Libnanî û 54 jî çekdarên ser bi rêjîmê ve ne.

Raporta Rewangeha Sûrî da zanîn ku êrîşên Israîlê li Sûriyê bûne sedema kuştina "18 sivîlan, di nav wan de 2 zarok û 3 jin" û nêzî 20 sivîl birîndar bûne.