UNRWA: Milyonek kes neçar bûne ji Refehê birevin

UNRWA: Milyonek kes neçar bûne ji Refehê birevin

Ajansa Alîkarî û kar ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) roja Duşemê 3ê Hezîrana 2024an, got ku koçberkirin bêhtirî yek milyon kes neçar kir ku ji bajarê Refehê li Xazayê birevin.

Rêxistinên alîkariyê ragihand ku "nêzî milyonek Filistînî li Refeh reviyane, ku beriya niha bi sedema êrîşên Îsraîlê ji deverine din ên Xazayê reviya bûn."

Serbar kir, ku "bi hezaran malbat berev cihine wêrankirî li bajarê Xan Yûnisê çûne".

Û got: "UNRWA li wir alîkariyên bingehîn pêşkêşî wan dike, tevî zêdebûna astengiyan".

Refeh bajarekî piçûk e û li dawiya başûrê Xazayê ye.