Bi mezinan re merev mezin dibe

Bi mezinan re merev mezin dibe

Bi mezinan re merev mezin dibe
Azad Haco Hemê-Tiltemir

Di jiyan min de suhbet û civat û rûniştinên herî xweş û şêrîn ku merev bi kesên dane emir an mezinan re rûdinê li wan temaşe û guhdar dike, Çimkî merev pirr dilşad û kêfxweş dibe û merev pirr sûd û mifayê ji wan digre ew jî jiber bûrandina gelek sal di jiyanê de û jiber kar û xebata wanî dûr û dirêj û jiber serpêhatî û geriyan û dîtina pirr dever û xelkên derdor an dunya yê, Car caran merev ji suhbeta wan têr nabe nexasim dema behsa çîrok helwest ezmon efsan serpêhat û nukteyên xwenî kenok dikin merev diçe dunyak din, Jiber xweşbûna guhdarîya wan merev carna sawêr dibe bi wan galgala re merev hezdike ku di wan kêlîkên ew buyer biwan re rû didan merev bi wanre ba ew kêlî û bûyer bi şopan da û bijiyana, Ev ji alîkî ji alîkî din ve dema merev bi wan re rûdinê û li suhbetê wan guhdar dike gava behsa demên xwe dikin behsa şert û merc an doz û bûyer û pirsgirêkên jiyanê dikin û çawa derbas dibûn di çi qûnaxê de, Çawa çare ji wan re dihatin dîtin û astengî ji pêş xwe radikirin merev pirr sûd û hiş vekirî dibe bi wan, Merev ji wan fêrî pirr şert û merc û aliyên jiyanê dibe û civata xwe nas dike der dora xwe nas dike merev jiwan nas dike çi ji merev reye û çi liser mereye û her wiha liser xeyinî mejî, Merev ji wan sînor xwe û qedir û rûmeta xwe nas dike, Merev jiwan fêr dibe dema merev an kesek bikeve kêşakê an piroglemek pêre çê bibe çawa merev karibe çarê jêre bibîne an xwe jê qurtal ke bê ezyet û zirar, Wate mîna navnîşana vê gotarê ku dibêje ( merev bi mezinan re mezin dibe ) ji lewra dibê em ji mezinên xwe hez bikin û qedir û nirxê wan bigirin û bi ya wan bikin çimkî ew ti car riya xwar naşî me nakin tim riya rast û durist û xêrê di din ber merev, Ger ne mezinên merev bin merev tişkî jivê duniyê fêr nabe û fêm nake û ji hev dernaxe merev bê mezinên xwe ne hêjaye tişkî ger merev wek wan bike an bi ya wan bike ti car merev ne poşmane û ti car poşman nabe, Jiber pendeke erebî heye dibêje ( yê mezinê wî tunebe tevgîra wî jî tune ) û pendeke KURDÎ jî heye dibêje ( Jite mezin tire bi rojkê, Bi çerxekê zaneye ) ji lewra her kes li gor navê xweye biçûk biçûke, û navîn navîne, û mezin mezinê nav û gotin û piratîke ye, Îcar jime tevan tê xwestin ku em her gav û wexit serdana mezinên xwe bikin bi wan re rûnên li derdor wan bin bi wan re suhbetê bikin li gotin û şêretên wan guhdar bin jiber ev tişkî pirr qenc û başe jibo civata me ya KURDÎ wate civata me hevgirtî dimîne bihna bapîr û kalan jê qut nabe hem jî kiltûrê me dimîne wenda nabe hem kêş û teşqela kêm dibin û her nifşek rol û erkê xwe nas dike, Dibê ku her dem û kêlî em hest bi meznên xwe bikin wan û rola wan bilind birxînin û wan bi tac kin deyinin ser serê xwe jiber ev tişkî pîroze ne kêmanîye, Di dawî de ez dibêjim rûnişta bi mezinan re mîna runiştenek ku merev pirtûkekê an ji pirtûkekê bixwîne, yeqîn car caran rûniştina bi wan re xweştire ji rûniştina bi mobayilê re.