Emerîka daxwaza piştgiriya agirbestê li Xezeyê dike

Emerîka daxwaza piştgiriya agirbestê li Xezeyê dike

Emerîka got ku ew ji Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî dixwaze ku reşnivîsa biryarekî ji bo bidawîkirina şer di navbera Israîl û Hemas de ku ji aliyê serokê Emerîkayê Joe Biden hatibû pêşkêş kirin, bipejirîne.

Di reşnivîsa biryarê de, "ji Hamasê tê xwestin ku peymanê bê merc bipejrîne û bi tevahî bicî bîne", Herweha "tekezî li ser giringiya pabendbûna hemû aliyan bi mercên rêkeftinê dike".

Balyoza Emerîka li Neteweyên Yekgirtî de, Linda Thomas-Greenfield got, "Gelek serkirde piştgirî vê planê dikin û em bang li Encûmena Ewlekarîyê dikin ku vê rêkeftinê bê dereng cîbicî bike".

Û ji endamên Encûmenê xwest vê biryarê bipejirînin.

Û got: "Divê em bi yek dengî piştgiriya vê rêkeftinê bikin".