Derora 20 sivîl di mehekê de bûn qurbaniyên paşmayên şer li Sûriyê

Derora 20 sivîl di mehekê de bûn qurbaniyên paşmayên şer li Sûriyê

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de diyar kir ku derora 20 sivîl bûne qurbaniyên paşmayên şer li seranserê Sûriyê di meha borî de.

Rewangehê got: Di meha Gulanê de 7 sivîl di nav de 4 zarok di encama teqîna mayîn û paşmayên şer de canên xwe ji dest dane û 12 kes di nav de 10 zarok birîndar bûne.

Serbar kir, rêxistin û aliyên peywendîdar bi berpirsyaretiya xwe di rakirina van paşmayan de ranabin, ev yek jî jiyana welatiyan dixe metirsiyê de.

Rewangehê bang li rêxistinên navdewletî kir ji bo rakirina van paşmayên ku bi şêweyekî berfireh belavbûne, nexasim ku aliyên şer li Sûriyê di çandina mayînan de berdewam in.