UNê Îsraîl û "Hemas" û "Cîhad" dixe di nava lîsteya reş de
Rojnameya Îsraîlî Haaretz roja Înê 7ê Hezîraê, got ku Neteweyên Yekbûyî (UN) Îsraîl xiste di nava lîsteya reş ya welatên ku ziyanê digihînin zarokan li herêmên şer de, kir.
Herweha, Rojnameyê li ser zarê Balyozê Îsraîlê li UNê, Gilad Erdan, got ku Sekreterê Giştî yê UNê Antonio Guterres Îsraîl agahdar kiriye ku ew di nava lîsteya reş a welatên ku li herêmên şer ziyanê digihînin zarokan.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz got ku biryara xistina Îsraîl di lîsteya cîhanî ya encamderên binpêkirinan li dijî zarokan de "dê bandorê li têkiliyên Îsraîlê û Neteweyên Yekbûyî bike".
Li gorî ajansa France-Presse, çavkaniyekî dîplomatîk roja Înê ragihand bû ku Sekreterê Giştî yê UNê Antonio Guterres "tevgera Hemas" û "Cîhada Îslamî" jî xistiye nav lîsteya reş ya Neteweyên Yekbûyî ya derbarê bêrêziya mafên zarokan di şeran de ku wê di 18ê Hezîranê de bi awayekî fermî were belavkirin.