Li seranserî Sûriyê 23 kes ji ber kolêra canê xwe ji dest dane

Li seranserî  Sûriyê 23 kes ji ber kolêra canê xwe ji dest dane

PDK-S: Li navçeyên cuda cuda li Sûriyê rojane haletên tûşbûnê bi nexweşya Kolêra têne tomarkirin, ku ta niha bi sedan kes tûşî kolêra bûne .

Wezareta tendirustiyê ya bi ser rêjîma Esed ve ragehand ku ta niha hejmara pêketiyên Kolêra Li seranserî Sûriyê gihiştiye 253 kesan ji koma pêketiyan 180 kes li Helebê , 29 kes li Dêra Zorê , 25 kes li Hesekê , 13 li Lazqiyê , 4 li Himsê û 2 li Şamê .

Wezareta navhatî serbar kir, û got heta niha li Sûriyê jimareya kesên ku canê xwe ji dest dane bi sedema Kolêra gihiştiye 23 kesan ji wê hejmarê 20 li Helebê , 2 li Dêra Zorê û yek li Hesekê .