PDK-Sê semînareke siyasî li kampa Dareşikranê li dar xist

PDK-Sê semînareke siyasî li kampa Dareşikranê li dar xist

Rêxistina Dareşikranê ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya (PDK-Sê) duh yekşemê 26ê gulana 2024an, semînareke siyasî li kampa Darşikranê ya penaberên Kurd ên Sûrî li parêzgeha Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê li dar xist.

Semînar ji aliyê Dr. Ebdilhekîm Beşar, endamê polîtbîroya PDK-Sê û cîgirê serokê Hevbendiya Niştîmanî ya Sûrî hate birêvebirin û bi amadebûna Serhan Hesen, endamê Komîteya Navendî û berpirsê rêxistina Dareşikranê yê partiyê.

Di semînarê de, hejmareke berfireh ji nûnerên partiyên siyasî, kesayetiyên welatparêz û civakî, rêxistinên jinan û komîteyên ciwanan li kampa Dareşikranê amade bûn.

Di destpêkê de, Mesûd Yûsif endamê encûmena Herêmî ya PDK-Sê bixêrhatina amadebûyan kir û piştî wê xuleke bêdeng li ser canê pak yê şehîdên Kurd û Kurdistanê hat rawestandin, piştre Dr. Ebdilhekîm Beşar ronahî xiste ser bûyerên siyasî yên li cîhanê û herêmê.

Beşar di axaftina xwe de behsa rewşa niha ya Sûriyê û bi taybetî li Kurdistana Sûriyê û rewşa doza Kurdî di guhertinên li pey hev de kir.

Herweha behsa rola Kurdan di pêşvebirina piroseya siyasî li Sûriyê û doza wan ya rewa di peydakirina piştgiriya navdewletî de bi hebûna wan di nav Hevbendiya Niştîmanî ya Sûrî de û bi amadebûna kurdan ya berçav û berdewam di civînên navdewletî de kir.

Amadebûyan bi pirsên xwe semînar dewlemendtir kir û piştî wê Serhan Hesen endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê spasiya amadebûyan kir.

Serhan Hesen tekezî li ser berdewamiya peywendiyê di navbera PDK-Sê û cemawerên netewî de û pabendbûna bi erkê niştîmanî û pêşvebirina xebata partiyê li ser rêbaza Barzanîyê nemir kir.