Rêxistina Dareşikranê ya PDK-Sê geşteke dilxweşker li dar dixe

Rêxistina Dareşikranê ya PDK-Sê geşteke dilxweşker li dar dixe

Şaxê Jinê yê rêxistina Dareşikranê ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya (PDK-Sê) roja Înê 31ê gulana 2024an, geşteke dilxweşker li devera Dînartê ya ser bi Akrê ve li herêma Kurdistanê li dar xist.

Bedriya Elî, endama encûmena herêmî û berpirsa şaxê Jinê di rêxistina Dareşikranê ya PDK-Sê de got: "armanca me ji geştê, vekirina derfetan û zêdekirina tevgera jinan di partî û civatê de li kêleka mêr wekû hevpar di têkoşînê de".

Herwiha got: "Em di şaxê Jinê de hertim hewl didin ku rola jinan di partî û civakê de pêş bixin".

Got jî: "di geştê de lîstik, şano û pêşbirik hebûn".