PDK-Sê pêşwaziya şandeke Pêşverû kir

PDK-Sê pêşwaziya şandeke Pêşverû kir

Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya (PDK-Sê) roja Yekşemê 2ê Hezîrana 2024an, li baregeha xwe li parêzgeha Dihokê pêşwaziya şandeke Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê kir

Şanda Pêşverû bi serokatiya endamê komîteya herêmî û berpirsê Rêxistina Dihokê ya Pêşverû Raid Emîn bû û ji hejmarek ji endamên komîteya herêmî ya wê partiyê pêk dihat.

Şanda pêşverû ji aliyê Hacî Kalo, endamê polîtbîroya PDK-Sê, Mihemed Elî Ebrahîm, Hiyam Mihemed, endamên komîteya navendî ya PDK-Sê, Ebdulkerîm Mîranî berpirsê rêxistina roj ya PDK-Sê û hejmarek ji endam û kadirên PDK-Sê ve hatin pêşwazîkirin.

Endamê polîtbîroya PDK-Sê Hacî Kalo di axaftina xwe de behsa têkiliyên dîrokî di navbera Partî û Pêşverû de kir.

Herwaha, behsa dijwarî û zehmetiyên jiyanê yên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe kir û kiryarên tirsandinê yên rojane ji aliyê PYDê ve li dijî gelê Kurd anî ziman

Ji aliyê xwe ve endamê Komîteya herêmî ya Pêşverû Raid Emîn tekezî li ser peywendiyên dîrokî di navbera herdu partiyên bira de kir û pêwîstiya hevgirtinê bo xizmetkirina daxwazên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê kir.