Çekdarên PYDê endamekî PDK-Sê li Dêrikê revand
Çekdarên PYDê li gundewarê Dêrikê endamekî Encûmena Herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya (PDK-S) revand.
Çekdarên PYDê roja Înê 7ê Hezîrana 2024an, êrîşî mala endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê Ebdulrehman Şengê li gundê Tepkê yê gundewarê Dêrikê kir û berev ciheke nediyar ve birin.
PYD di binpêkirinan li dijî Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û partiyên wê de berdewam e, û hîn jî çarenivîsa hejmarek serkirde, rojnamevan û çalakvanan di zindanên PYDê de ne diyar e.