Opozisyona Sûriyê û desteya danûstandkar êrîşên ser Idlibê şermezar dikin

Opozisyona Sûriyê û desteya danûstandkar êrîşên ser Idlibê şermezar dikin

PDK-S: Her yek ji Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê û desteya bilind ya danûstandkar êrîşên ku li ser bajarê Idilbê têne encamdan ji aliyê rêjîma Esed û Rûsiya ve bi tundî şermezar kirin .

Di du daxuyaniyên cûda de heryek ji Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê û desteya bilind ya danûstandkar hişdarî bi derencamên bilindkirina astê şer li bajarê Idilbê dan, û bi tundî gurkirina wan êrîşan li ser Idilbê şermezar kirin û, got ku Encûmena Ewlehiya Navdewletî , û rêxistina Navdewletî berpirsyare di ber bûyerên dirust dibin , û herweha berpirsyare di ber pîlanên rêjîma Esed û hevpeymanên wê de ku têne bichkirin.