Encûmena xwecihî ya ENKSê li Kobanê daxuyaniyek di salroja 5 ya komkojiya Kobanê de belavkir

Encûmena xwecihî ya ENKSê li Kobanê daxuyaniyek di salroja 5 ya komkojiya Kobanê de belavkir

PDK-S: Encûmena xwechî ya Kobanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê daxuyaniyek bi boneya salroja şeva xedrê li bajarê Kobanê belavkir .

Di daxuyaniyê de hatiye, ku 5 sal bi ser komkujiya şeva xedrê li bajarê Kobanê derbas dibin , ku di encamê de bi sedan sivîlên bê guneh li ser destê girûpan bi şêweyekî hovane şehîd bûn.

Encûmena xwechî ya ENKSê li bajarê Kobanê got, ku şeva xedrê weke karvedanekê hat li hember rijdbûna xelkê Kobanê bi manê li ser xaka xwe û bi taybetî piştî ku DAIŞê li Kobanê hate têkişkandin û xelkê Kobanê ji penaberiyê vegeriyane ser xaka xwe .

Di daxuyaniyê de hatiye, ku ew bi dilekî xemgîn şehîdên şeva xedrê û tevaya şhîdên gelê kurd bi bîr tînin .

Encûmena xwechî di daxuyaniya xwede got, ku ew tevaya şêweyên armanckirina xelkê di dema nihade îdane û şermezar dikin û bi taybetî di vê qonaxa hestiyar de, ku metirsya xelkê Kobanê ji dubare bûna karesata Efrîn , Girê Spî , û Serê Kaniyê li Kobanê heye , ewjî hevdemê rêkeftin û lihevtêghiştinên Navdewletî têne kirin û gelê kurd dibe qurbanî .

Di daxuyaniyê de daxwaz ji tevaya aliyên berpirsyar diber encamdana lêkolînan derbarê şeva xedrê dikin, ku rastiyan bo raya giştî û xelkê Kobanê eşkere bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye ku Kobanê wê bimîne manşêta hevgirtina Kurdistanî , û wê bimîne bingeha yekrêziya helwêst û aliyên kurdî ku bijardeya herî serekeye ji bo bi destxistina mafên gelê kurd .