Serokê herêmê pîrozbayî li Karkerên Kurdistanê dike

Serokê herêmê pîrozbayî li Karkerên Kurdistanê dike

PDK-S: Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta roja cîhaniya Karkeran peyamek pêşkêş kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Di 1ê Gulanê, roja cîhaniya Karkeran de, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî Karkerên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim û destê wan digiwêşim û hêviya asûdeyî, xweşgozeranî û serfiraziyê bo wan dixwazim.

Di demekê de ku, bi rêzdarî ve li rol û erkê wan ya di nava proseya avedan kirinê de dinirên, hevdem tekez li ser berdewamiya piştîvanî kirin ji tevahiya maf û daxwazên wan û pêdivî bûna hebûna qanûneke baştir û serdemiyane ku, têde derfetên baş û jiyaneke baştir bo çîna Karkeran hatibe dabînkirin, dikim.

Her di vê bîranîna han de daxwaz ji sendîka û saziyên Karkeran dikim karên baştir bikin û hewlên baştir bidin bo dabîn kirin û parastina mafên Karkeran û afirandina yeksanî di warên derfetên karî de, herwiha lazime aliyên têkildar çavdêriya malbetên wan Karkeran bikin ku, di dema kar de jiyana xwe ji dest dane û girîngiyeke zêdetir bi jiyana wan were dayîn.

1ê Gulanê li tevahiya aliyan pîroz be û hêviya bêhin vedaneke baş bo Karkeran dixwazim.

Serokê herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî