2850 penaberên Sûrî ji Herêma Kurdistanê vegeriyane Sûriyê

2850 penaberên Sûrî ji Herêma Kurdistanê  vegeriyane Sûriyê

PDK-S: Komisyona karûbarên penaberan ofîsa Duhok ragehand, ku 2850 penaberên sûrî vegeriyane Sûriyê.

berpirsê ragehandina komisyonê Reşîd Hisên got, ku sedema vegera penaberên sûrî bo welatê wan ew, ku derfetên kar bi dest wan neket, û rewşa jiyanê ya zehmet li kampê , û serbarkir ku nexweşiya vayrosa Koronayê biwe sedem, ku derfetên kar li Herêma Kurdistanê nemîne.

Herweha navbûrî amaje bi wê yekê jî kir, ku rêveberiya dergehê her yek ji rojên Yekşeme û Çarşeme di hemû heftiyekê destnîşankiriye da ku penaber vegern Rojavayê Kurdistanê .