ENKSê, handan, tundûtujî û gurkirina nakokiyan red kirin û banga pêkvejiyanê kir

ENKSê, handan, tundûtujî û gurkirina nakokiyan red kirin û banga pêkvejiyanê kir

PDK-S: Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê redkirina xwe ji handan, tundûtujî û gurkirina nakokiyan re derbirî, û banga kar li ser bingehên pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên Sûriyê de kir.

Di daxuyaniyeke xwe de ENKS roja Sêşemê 29 Tebaxa 2023yan, ragihand, li gel zêdebûna hêz û aliyên şer û girûpên çekdar û berdewamiya nakokiyên wan, nakokî di navbera hevalbendên Hevpeymaniya Navdewletî de, QSD û encûmena leşkerî ya bi ser ve li Dêra Zorê, roja Yekşemê 27 Tebaxê derket, û di encamê de girjî li hejmarek dever derket, û hin aliyên şofînî yên bi ser rêjîma Sûrî ve û hin êlan ev rewş weke derfetekê bo dijmantiya Kurdan û diyarkirina wan weke gunehbar di ber kiryarên hin fermandarên QSDê de, ji bo gurkirina nakokiyeke Erebî Kurdî bi kar anîn.

Daxuyaniya ENKS sebar kir, ji destpêka şoreşa Sûriyê ve gelê Sûriyê pirên hivgirtinê yên ku rêjîmê hewla têkdana wan dida, bihêz kirin, û gelê Kurd pêşeng bû di bihêzkirina peywendî û biratiyê di navbera hemû aliyan de, û tu caran pêkhateyên Sûriyê bi stemkariya rêjîma Sûriyê li dijî gelê Kurd gunehbar nekirin.

ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir, ku ew handan û gurkirina nakokiyan red dike, û banga parastina taybetmendiya her deverekê û mafê xelkê wê di birêvebrina deverê de dike, her weha banga kar bo bihêzkirina bingehên pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên Sûriyê de bo Sûriyeke piralî û demoqrasî ku mafê her kesî li gorî destûr tê parastin, kir.