Îraq wê di civînên Astanayê de beşdar bibin

Îraq wê di civînên Astanayê de beşdar bibin

PDK-S: Îraqê ragihand, ku ewê di civînên bê yên Astanayê derbarê Sûriyê de beşdar bibin.

Balyozê Îraqê li Rûsiyê Heyder Mensûr Hadî roja Çarşemê 15.05.2019, ragihand ku niha Bexdad wê yekê gengeşe dike ku kî dê nûneratiya wê di civînên Astanayê derbarê Sûriyê de bike.

Xaleke dawî nameya civîna gera 12an ya Astana behsa wê yekê dike , ku dê vexwendin ji bo Lubnan û Îraqê ji bo beşdariyê weke çavdêr di Astanayê de were şandin.

Îraq yek ji welatên ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ta niha peywendiyên xwe bi rêjîma Esed re nebirîne û seredan li ser asteke bilind navbera herdû aliyan de jî berdewamin.