Rêxistina Gewîlan a PDK-Sê semînarek li jêr navê "Derdeseriya Jinan Di Kampan De û Rêyên Sivikirina Êşên Wan saz kir

Rêxistina Gewîlan a PDK-Sê semînarek li jêr navê

PDK-S: Roja Înê 19.04.2024, Rêxistina Gewîlan a Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya semînarek li jêr navê Derdeseriya Jinan di Kampan de û rêyên kêmkirina bandorên wê li kampa Gewîlan de hat lidar xist.

Semînar ji aliyê nivîskar Hemdiya Mistê, endama encûmena herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye ve hat birêvebirin.

Gotûbêj li ser rastiya jinên Kurd ên penaber, êş û azarên wan, çawaniya mezinkirina zarokan, rewşa wan a civakî çareserkirin û kêmkirina bandorên wan ên nerênî, hat kirin.