Qamişlo.. Çekdarên PYD nivîsgeha PDK-Sê û PYDK şewitandin

Qamişlo.. Çekdarên PYD nivîsgeha PDK-Sê û PYDK şewitandin

PDK-S: Piştî şewitandina wan ji nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya, û Partiya Elwehda ya Demokratî Kurdistanî -Sûriya li bajarê Qamişlo yê rojavayê kurdistanê, çekdarên PYDê hewla şewitandina baregeha Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê li bajarê Tirbe Spiyê kir.

Jêderek taybet ji Ark News re ragihand ku derengiya şeva bûrî ( 23/4/2024 ) bi armanca şewitandina baregeha Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê li bajarê Tirbe Spiyê yê rojavayê kurdistanê çekdarên PYDê êrîşî baregehê kir.

Li gorî jêdera navhatî di encama wê êrîşê de çekdarên PYDê herdu alên Kurdistanê yên li ser avahiya baregeha xwecihiya Tirbe Spiyê ya ENKSê daxistin û alek şewitand, û reviyan piştî bihîstina dengê xelkê li nêzîkî baregehê.