Kiwêt alîkariyên hewarçûnê pêşkêşî penaberên Sûrî kir

Kiwêt alîkariyên hewarçûnê pêşkêşî penaberên Sûrî kir

PDK-S: Welatê Kiwêt alîkariyên hewarçûnê ji penaberên Sûrî re yên ku li welatê Urdunê dimînin şand .

Ajansa Elanba ya Kiwêt li ser zarê balyozê Kiwêt li Urdunê Ezîz Eldibhanî veguhest ku Kiwêt balafirek barhilgirî ji alîkariyên mirovî şand welatê Urdunê da ku li ser penaberên Sûrî yên, ku li Urdunê dimînin werne belavkirin .

Herweha Eldibhanî da zanîn, ku li ser daxwaza mîrê Kiwêt Şêx Sebah Elehmed Elcabir ew alîkarên mirovî hatin pêşkêşkirin ji penaberên Sûrî re .