ENKSê êrîşa çeteyên Ciwanên Şoreşger bo ser nivîsgeha PDK-Sê şermezar kir

ENKSê êrîşa çeteyên Ciwanên Şoreşger bo ser nivîsgeha PDK-Sê şermezar kir

PDK-S: Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, derbarî êrîşa çeteyên Ciwanîn Şoreşger şeva sersalê bo ser nivîsgeha Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê daxuyaniyek belav kir, tê de bi tundî ew êrîş û berdewamiya kiryarên Çeteyên Ciwanên Şoreşger îdane û şermezar kir .

ENKSê di daxuyaniya xwe de behsa êrîşa ser nivîsgeha PDK-Sê li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê şeva sersalê ji aliyê Çeteyên Ciwanên Şoreşger ve kir, ku di encama wê êrîşê de ziyanên madî bi nivîsgehê gihişt.

Serbar kir: Ji bilî êrîşkirinê, berdewam endam û alîgirên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê rastî revandin, binçavkirin û vekolîn û sifkatîpêkitinê tên, serbarî revandin û binçavkirina zaokên kurd yên jêr 18 salî û leşkerkirina wan li Rojavayê Kurdistanê.

ENKSê di daxuyaniya xwe anî ziman: Bi sedema kiryarên çeteyan, dergehê Pîşabûr Sêmalka li pêşiya xelkên Rojavayê Kurdistanê hate girtin. Herweha ENKSê di daxuyaniya xwe de got, di dema ku ENKSê piştevaniya qurbaniyên van kiryar û binpêkirinan dike, û bi tundî îdane û şermezar dike, ku bi tenê dikeve xizmeta dujminên gelê kurd û ziyanê bi doza kurdî dighîne, fermandariya QSD weke berpiris di ber berdewamiya van kiryaran dibîne ji ber ku rêgiriyê li van kiryaran nake û encamderan siza nade, ku ew bi xwe wate QSDê ev çete bi girûpa ji dervî yasayî bi nav kirbû.

Di dawiya daxuyaniya xwe de ENKSê daxwaz ji Emerîka û rêxistinên mirovî û mafnasî kir, ku bi erkê xwe weke pêwîst rabin û van kiryaran rawestînin.