Xwecihiyên ENKSê yên Rojavayî civîna xwe ya asayî li dar xist

Xwecihiyên ENKSê yên Rojavayî civîna xwe ya asayî li dar xist

PDK-S: Duh 05.09.2019, navçeya rojava ya Encûmenên xwechî yên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, civîna xwe ya asayî lidarxist, ku tê de berpirsê ofîsa karûbarên encûmenên xwecehî Mehsin Tahir amadebû.

Di civînê de rewşa rêxistinî û raportên encûmenên xwecehî û tekezî li ser rola wan xwecehiyan di nava cemawer de nexasim di çarçoveya pêşhate û rêkeftin û lihevkirinên ku ji bo Sûriyê têne encamdan bi taybet navçeya aram hatin gengeşekirin.

Her di wê civînê de liv û tevgera dîplomasî ya Encûmenê bi taybet hevdîtinên şanda komîteya peywendiyên derve ya ENKSê li Rûsiya , Emerîka û Elmanyayê herweha hevdîtina ENKSê bi şandeke Birîtanî beriya çend rojan li Amûdê hatin behiskirin.