R.Hewlêr a PDK-Sê alîkarî pêşkêşî Penaberan li kampa Berdereşê kirin
PDK-S: Roja Duşemê 28. 10.2019, şandeke rêxistina Hewlêrê ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, serdana kampa Berdereşê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê kir, û selkên xwarnê bi ser wan de dabeşkirin.
Şanda PSK-Sê ji endamê komîteya navendî ya PDK-Sê diktor Ehmed Melek û çendîn endamên komîteyên herêmî û şaxî pêk dihat, û bi hemahingî li gel dezgeha xêrxwaziya Barzanî ew alîkarî hatin dabeşkirin.