12 sal li ser armanckirina serkirde Nesredîn Birhik re derbas dibin

12 sal li ser armanckirina serkirde Nesredîn Birhik re derbas dibin

PDK-S: 13ê, Sibata 2024ê, 12 sal li ser armanckirina şehîd Nesredîn Birhik, endamê Polîtbîroya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya re, derbas dibin, ku li navçeyeke navbera Girkê Legê û Dêrika Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê PYDê ve hatibû gulebarankirin.

Di roja Duşemê 13ê 2ê, 2012an de, şehîd Nesredîn Birhik ji aliyê girûpeke çekdar bi ser PYDê ve hate gulebarankirin, ji bo nexweşxaneya Nor ya Qamişlo hate veguhestin.

Lê ji ber giranbûna birînên wî ji bo nexweşxaneya Martînî ya Helebê hate veguhestin, tevî ku jê re çend neştergerî hatin kirin, lê ji ber birînên xwe di 22/2/2012 jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.

Şehîd Nesredîn Birhik li gundê Kevrê Dena yê ser bi Çil Axa li Herêma Alyan ya Dirêka Rojavayê Kurdistanê sala 1960î de ji dayîk bûye , xwendina xwe ya seretayî û navendî li Çil Axa xwend, û ya amedayî li bajarê Hesekê berdewam kir, û li Dêrezorê bawernameya Peymangeha Pêşesazî beşê Elektirîkê bi dest xwe ve xist.

Di despêka ciwaniya xwe de, tevlî Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriyê El Partî bû, di gelek rêxistinan de beşdar kirin , û di Komîtên Partî de kar kiribû, ta ku 1998an de, bû Endamê Polîtbîroya Partî.

Bi dilpakî û dilsozî li ser rêbaza Barzaniyê nemir xizmeta doz û gelê xwe dikir, lewma rastî gelek astengî û rêgriyan dihat, di raperîna 2004an de hate binçavkirin, herweha sala 2009an ji aliyê rêjîma Esed ve hate binçavkirin, lê ew yek bandor li ser vîn û xebat wî nekir .

Di 13ê Sibata 2012an de, ji aliyê Çekdarên PYDê ve hat gulebarankirin, û di 22 heman heyvê û salê de, Nesredîn Birhik bavê Ela şehîd bû, bi beşdariyeke mezin ji şêniyên Rojavayê Kurdistanê li gundê xwe li Kevrê Dena bi xak hate spartin.