Nerwêc daxwaza rawestandina şer li Idlibê dike
PDK-S: Wezîra derve ya welatê Nerwêc daxwaz kir, ku şerûpevçûn li Idilbê rawestin , û sivîl werne parastin .
Ênî Êrksin Sorayd wezîra derve ya welatê Nerwêc fikara xwe derbarê silametiya sivîlan li bajarê Idilbê daxuyakirin , û daxwaz kir ku yekser êrîş û şerûpevçûn li Idilbê werne rawestandin .
Û ji aliyê xweve Hayko Mas wezîrê derve yê welatê Elmaniya ragehandbû , ku rewşa mirovî li Idilbê gelek xirabe , û eger rewş bi vî awayî berdewam bike karesat wê rûbidin , lewma pêwîste şer were rawestandin