Xwecehiya Tel Temerê ya ENKSê civiya

Xwecehiya Tel Temerê ya ENKSê civiya


PDK-S: Li bajarokê Tel Temer yê ser bi parêzgeha Hesekê ve encûmena xwecehiya Tel Temer ya Encûmena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê roja Înê 24. 01.2020, civîna xwe ya normal lidarxist û têde praniya endaman beşdar bûn .

Piştî ku bîstkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û li pêşiya wan serkêşê pakrewanan Barzaniyê nemir û giyanê pêşmergeyê şehîd Mecdel Mihmed hate rawestandin xwecehiya Tel Temerê ya ENKSê pêşhateyên dawiyê li Rojavayê Kurdistanê û hejmarek dose gotûbêjkirin.

Derbarê aliyê rêxistinî jî xwecehiya Tel Temerê raporota xwe ya mehane xwend û hat şirovekirin û li ser pabendiyê bi siyaseta ENKSê û armanc û çespandên wê yên Netewî tekez kir


Li gor ku xwecehiya Tel Temerê ya ENKSê di rûpela xwe de belavkiriye , di civînê de Geşta deblomatîk ya serokatiya ENKSê li Istenbolê û hevdîtina wan bi Îtlafa Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê û Cêmis Cêfrî şandiyê serokê Amerîka yê taybet ji bo Sûriyê.

Êş û azarên gelê kurd li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û gundewarê di civînê de hatin gengeşekirin.

Her weha xwecehiya Tel Temerê ya ENKSê got, ku wê komîtek ji bo belgekirin û tomarkirina navên derbiderên deverê ji bo vegera wan bo mal û milkên wan avakiriye .

Di dawiya civîna xwe de xwecehiya Tel Temerê ya Encûmena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê spasiya piştevaniya serok Mesûd Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya berdewam ji gelê kurd re li Rojavayê Kurdistanê li Korbendên Navdewletî kir.

Her weha spasiya dezgeha xêrxwazî ya Barzanî li ser xizmet û alîkariyên mirovî ku pêşkêşî penaberên li Herêma Kurdistanê dimînin û yên ku dighîne derbiderên Serê Kaniyê û Girê Spî û gundewarê li Rojavayê Kurdistanê kir, û bi bilind nerxand.