Kurdistan.. Li navçeya Koya endamê PDK-Sê Mihemed Mûsa koçadawî kir

Kurdistan.. Li navçeya Koya endamê PDK-Sê Mihemed Mûsa  koçadawî kir

PDK-S: Li navçeya Koya ya Herêma Kurdistanê piştî rûbrûbûna nexweşyeke giran endamekî PDK-Sê koçadawî kir.

Rêxistina Silêmaniyê ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê roja Pênşemê 18.06. 2020 koçbarkirina endamê xwe Mihemed Letîf Mûsa ku bi bavê Fars naskiriye li navçeya Koya ya Herêma Kurdistanê ragehand , û da zanîn ku Mûsa piştî demeke dirêj ji rûbrûbûna nexweşyeke giran şeva bihûrî jiyana xwe jidest da û koça dawî kir.

Mihemed Letîf Mûsa jidayîkbûyê sala1965an ji gundê Cedawî yê ser bi bajarokê Tirbespeyê li Kurdistana - Sûriyê ve ye ,piştî kongirê yekbûnê yê PDK-Sê li Hewlêrê tevlî refên partî bûye.