ENKSê banga beşdarbûna xwenîşandana li dijî biryara bilindkirina nirxê sotemeniyê kir

ENKSê banga beşdarbûna xwenîşandana li dijî biryara bilindkirina nirxê sotemeniyê kir

PDK-S: Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê banga beşdarbûna xwenîşandana li dijî biryara bilindkirina nirxê sotemeniyê kir.

Naveroka vexwendinê wiha hat:
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bang li hemû welatiyan, hêzên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kir , ku beşdarî xwenîşandana li dijî zêdebûna nirxê sotemeniyê ya ku ji aliyê rêveberiya PYDê ve hatiye pesendkirin, bibin.

Roja Sêşemê, 19ê Îlonê, 2023
demjimêr 5ê êvarê
Li ber baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişlo