Şandeke RAD serdana Ofîsa qamişlo ya ENKS kir

Şandeke RAD serdana Ofîsa qamişlo ya ENKS kir

PDK-S: Şandeke serkirdayetya Rêxistina Asûriya Demokratî RAD serdana ofîsa Qamişlo ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê kir .

Şanda rêxistina RAD ji Dawûd Dawûd berpirsiyarê rêxistinê , Gabiriyêl Mûşê , û Gebro Romanos endamên ofîsa Cîbicîkar pêkdihat , û ji aliyê Mihemed Ismaîl û Fêsle Yûsif , N'met Dawûd, Silêman Oso , û Fesle Yûsif pîşwazî li wan hate kirin.

Di çarçoveya serdanê de herdu aliyan peywendiyê, du alî navbera rêxistina Asûrî û ENKSê de hatine gotûbêjkirin , û tekezî li ser berdewamiya peywendiyan û hevdîtin û danûstandinan hate kirin ewjî bi mebesta kûrkirina baweriyê û karê hevbeş .

Herweha herdu aliyan ronahî xistine ser dawîn pêşhateyên Sûriyê , û herdu alî yek helwêst bûn derbarê çareseriya kirîza Sûriyê, ku dive bi siyasî kirîza Sûriyê were çareserkirin , wenekese berçav rûnyek derbarê li hevtêgiştinê da şanda mêvan.