Dareşikran … PDK-Sê Xwendekarên serkeftî xelat kirin
PDK-S: Li kampa Dareşikran ya penaberên Rojavayê Kurdistanê hejmarek xwendekarên zankoyên Herêma Kurdistanê yên deçûyî ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê ve hatin xelatkirin.
Roja Înê 31. 07.2020, şandek ji rêxistina kampa Dareşkiran ya PDK-Sê seredana malbatên xwendkarên serkeftî ku ji zankoyên Herêma Kurdistanê derçûne kir, û pîrozbahî li wan û malbatên wan kir û piştevaniya xwe ji xwendekaran re diyar kir.
Berya çend rojan rêxistina Duhokê ya PDK-Sê ji xwendekarên derçûyî li kampa Fayde xelatkirin.