Zaxo.. PDK-Sê alîkarî li ser malbatên penaberên R.Kurdistanê belav kir

Zaxo.. PDK-Sê alîkarî li ser malbatên penaberên R.Kurdistanê belav kir

PDK-S: Li bajarê Zaxo Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê , roja Duşemê 31. 08. 2020, alîkarî li ser hejmarek ji malbatên penaberên Rojavayê Kurdistanê belavkir.

Rêxistina Zaxo ya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê şaxê Misêrik bi hemahengî li gel rêxistina j.c.c , Asayîş herweha aliyên peywendîdar û rêveberiya guhpêdanê li Sêmêl alîkarî bo 62 malbatên penaberên Rojavayê Kurdistanê belav kir .

Komîtek ji endamên rêxistina Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê hate avakirin daku selkên xwarinê û madeyên paqişkirinê li ser malbatan dabeş bikin.