Bi helkefta 32 salroja koça dawiyê ya Dr. Nûredîn Zaza S.R.K.S supasnameyek da PDK-S

Bi helkefta 32 salroja koça dawiyê ya Dr. Nûredîn Zaza S.R.K.S supasnameyek da PDK-S

PDK-S: Bi helkefta 32'emîn salroja koça dawiyê ya Dr. Nûredîn Zaza, Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan-Sûriya, supasnameyek da PDK-S li ser vexwendinnameya ji bo serdana mezargehê nemir Dr. Nûredîn Zaza li bajarê Lozan /Siwêsra
((Supasname))
Bo: Partiya Demokrata Kurdistan -Sûriya ya birêz
Malbat û kesukarên xwedêjêrazî Dr. Nûredîn Zaza,
Silav û rêz
Em supasiya hewe yên hêja dikin li ser vexwendina sendîkeya me li ser mezarê Dr. Nûredîn Zaza, û em daxwaza lêborînê ji hewe yên birêz dikin ku me nikarî amade bibin, hevdem ku amadebûn li ser mezarê kesayetiyeke siyasî û rewşenbîrî wiha qedir mezin wekî Dr. Nûredîn Zaza bi erk û şanaziyeke mezin dizanin, ku jiyana xwe ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê terxan kiribû, ji ber wiha ku kesayetiyên wekî wî herdem cihê rêzê ne û nayên jibîrkirin û herdem sax in di bîr û wijdana gelê xwe de.
Em bi vê helkeftê bejna xwe ji ked û xebata wî re ditewîn in, em hêvîdar in ku gelê me serbest û azad bibe û Kurdistan bi tevahî ji bin destê dagîrkeran rizgar bibe her wekî wî dixwest û her wekî ku kar û xebat wî ji bo vê armanca pîroz bû.
Ruha wî şad be û serê gelê Kurd sax be
Her hebin
Bijî Kurd
Bijî Kurdistan
Encûmena Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan -Sûriya
06.10.2020