PDK-Sê birûskeke sersaxiyê ji Serok Nêçîrvan Barzanî re şiyand

PDK-Sê birûskeke sersaxiyê ji Serok Nêçîrvan Barzanî re şiyand

PDK-S: Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, roja Duşemê 08 Sibata 2021, birûskeke sersaxiyê ji Nêçîrvan Barzanî re bi boneya koça dawiya xalê wî Serdar Axa Silêmanî şiyand.

Ev jî deqa wê ye:

Serok Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, bi dilne xemgîn me nûçeya koça dawiya xalê we, Xwedê jê razî Serdar Axa, kurê Heme Orhman Axa Silêmanî bihîst.

Xwedê jê razî bi xebat û berevaniya xwe di zehmettirîn dem de li ser Kurdistanê derbas bûn dihat naskirin, û koçbarkirina wî ziyaneke mezin gehande gelê Kurdistanê bi giştî.

Em di komîta navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya de sersaxyê ji we û malbata xwedê jê razî û hemû Kurdistaniyan re dixwazin

Xweda wî bi behişta xwe şad bike û sebir û aramiyê bide kes û karên wî.