PDK-Sê: Kiriyarên Terorîstî yên PYDê tenê xizmeta dijminên gelê Kurd dike

PDK-Sê: Kiriyarên Terorîstî yên PYDê tenê xizmeta dijminên gelê Kurd dike

PDK-S: Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê daxuyaniyek şermezariyê derbarê revandina endamên wê ji aliyê çekdarên PYDê ve belavkir.

Di daxuyaniya PDK-Sê hatiye, ku di berdewamiya rewşa jiyanê ya ku gelê kurd têre derbas dibin û kiryarên terorîstî û serkutkirinê, girûpek ji çekdaran yên bi ser ewelekariya PYDê ve bi hilmeteke girtinê di dermafê kadirên Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya roja Şemiyê 17. 07. 2021, rabûn.

Ew jî heryek ji Mihemed Salih Şelal Ehmed endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê li Çil Axa, Izeldîn Elabidîn Mehmûd endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê li Qamişlo.

Mihemed Diham Eyo endamê desteya rawêjkariyê ya PDK-Sê û serokê berê yê encûmena xwecehî ya ENKSê li Qamişlo.

Berzan Hisên endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê li Girkê Legê .

Di daxuyaniya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê de hat jî, ku di Sêşema bûrî de di 13 tîrmehê de hevalê me Feremez Ebdulkerîm Elî ji Dêrkê hate revandin herweha Ebdulxefar Mihemed li Çil Axa di 22 Gulanê de hate revandin.

PDK-Sê got em bi tundî van kiryaran şermezar dikin, ku li dijî bingehên mafên mirovan û azadiyê ye û xizmeta pêşeroja gel û doza me nake herweha li dijî serkeftina danûstandinan e.

Di dawiyê de jî PDK-Sê daxwaz ji aliyên Navdewletî kir, da ku rêgiriyê li van kiryarên di dermafê kadirên ENKSê de bike .

Herweha daxwaz ji gel û aliyê bi bandor û hêzên Kurdistanî kir daku fişarê bikin û revandî serbest werian berdan.