Serok Barzanî: Cejna Qurbanê li hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz dikim
PDK-S: Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de destnîşan kiriye: “Hêvîdar im ev helkefta pîroz xêr û bereket û selametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêk bîne û birayetî, tebayî û pêkvejiyana li welatê me bihêztir bike û bibê sedema berqerarbûna aştî û aramiya li navçeya me û cîhanê.”
Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna pîroz a Qurbanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim.
Hêvîdar im ev helkefta pîroz xêr û bereket û selametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêk bîne û birayetî, tebayî û pêkvejiyana li welatê me bihêztir bike û bibê sedema berqerarbûna aştî û aramiya li navçeya me û cîhanê.
Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de...
Mesûd Barzanî
19.07.2021