5 sal li ser şehîdbûna 3 Pêşmergeyên Leşkerê Roj re derbas dibin

5 sal li ser şehîdbûna 3 Pêşmergeyên Leşkerê Roj re derbas dibin

PDK-S: Di 14ê heyva Tebaxa sala 2016an de 3ê ji Pêşmergeyên Leşkerê Roj di şerê rêxistina DAIŞê ya terorî de li Eniya Xazir li Herêma Kurdistanê şehîd bûn.

Her yek ji şehîd Ibrahîm Hemze Ferho ji bajarê Qamişlo, Hebîb Qedrî Mihemed ku ew jî ji bajarê Qamişlo ye herwiha Seîd Ibrahîm Hemze ji gundê Meşûq yê Tirbesipiyê ye di roja Yekşemê li herdu Eniyên Xazir û Giwêr di şerê rûbirûbûna DAIŞê de şehîd bûn.

Di merasîma bixaksipartina şehîd Hebîb Qedrî Mihemed çekdarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê bêrêziyek mezin di merasîmên pêşwaziya cenazeya Şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî Mihemed kir.

Dema derbasbûna cenazeya Şehîd Hebîb Qedrî ji dergehê Sêmalka ji bo Rojavayê Kurdistanê di 15ê Tebaxa sala 2016an de bi hezaran ji welatiyên Kurd ji Sêmalka ta Qamişlo ji bo pêşwaziyê li cenazeya Şehîdê ku di ber xaka Kurdistnê û rûmeta Kurdan de Şehîd ketiye kom bûn, lê çekdarên PYDê dest bi dirûstkirina astengiyan kir, û bi şêweyekî istivzazî rê li ber derbasbûna cenazeya li gundê Xana Serê ya bi ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve girt, û gule jî bi asman de berdan ji ber vê yekê beşdarbûyan, li ser milên xwe ew cenaze helgirt û gund bi gund ta gihiştin bajarê Qamişlo herwiha di wê rojê de çekdarên PYDê otombêla ku cenazeya Şehîd veguhestiye desteser kir.

Çekdarên PYDê herweha rê neda cemawerên li gel cenazeya Şehîd bimînin bi rêya rêbendên xwe li dergehên bajarok û bajaran, herwiha beşdarbûyên merasîmên rastî gotinên bêrêz hatin û Çar serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya û hijmarek çalakvan û ciwan û rojnemevan jî hatin girtin û piştî merasîmên bixakspartinê jî bi dawî hatin çekdarên PYDê Serkirdeyê Partiya Yekîtî Kurd li Sûriyê binçav kir.

Bi Dehan ji Pêşmergeyên Roj li Herêma Kurditanê di şerê rêxistina DAIŞ de şehîd bûne û di wan şerê berevanîkirina xaka Kurdistanê de de destan tomar kirine.