Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Desteya Serokatiya ENKSê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Desteya Serokatiya ENKSê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir

Roja Sêşemê 07.05.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Desteya Serokayetiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê ENKSê kir.

Li hevdîtinê de rewş û merc û pêşhatên dawî yên siyasî li Sûriye û navçeyê hate guftûgokirin û herwiha ronahî xistin li ser rewş û debara welatiyên Kurd û asteng û giriftên li ber aliyên siyasî û welatiyên Kurd li Sûriye kir.

Paşeroja Kurd li Sûriye û hevkêşeyên siyasî û navdewletiyên bandor li ser rewşa Sûriye mijareke dine vê civînê bûn.