ENKSê êrîşa li ser xwepêşanderan şermezar kir

ENKSê êrîşa li ser xwepêşanderan şermezar kir

PDK-S: Emîndariya Giştî ya ENKSê daxuyaniyeke şermezariyê belav kir tê de ragihand ku di 24 Îlûnê, li ser vexwendineke ENKSê li her yek ji Dêrik, Girkê Legê, Çil Axa, Terbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir û Hesekê, li dijî bilindkirina nirxê sotemenî û nên, û sepandina bacan û binçvkirina bêserûber di dermafê endam û kadirên ENKSê ji aliyê deshelatdariya dîfakto ve, şêniyê kurd derketin seknên nerazîbûnê, tevî ku hewla dan tevlîheviyê çê bikin û daxuyaniyê sexte belav kirin, û Ciwanên Şoreşger ku alên PKKê hil dabûn kiryarên tirsandinê encam dan û cov û kevir bi kar anîn û asayîş rêgirî kir, lê dîsa cemawerê kurd beşdar kir û kiryarên PYDê red kirin û şermezar kirin. Di encamê wê yekê çend kes ji xwepêşanderan birîndar bûn û ji bo nexweşxanê hatin veguhstin, serbarî ziyanek madî gihişt mal û mulkên welatiyan.

ENSKê anî ziman ku şandek hevbeş ji serokatiya ENKSê û rêxistina Asûrî ya Demoqrat nameyek radestî berpirsên UN ya li Qamişlo kir, piştî xelk vegeriyan ser karûbarên xwe, komeke çekdar ji PYDê Ziyad Mihemed Şerîf ji bazar bajarê Qamişlo revand.

ENKSê bi tundî kiryarên tirsandinê ya ku li dijî xwepêşandan aştiyane hatine encamdan şermezar kirin, herweh banga serbestberdan revandî û girtiyan kir, û tekez kir ku ev kiriyar û rêkarên ku azadiya welatiyan û bijêwa jiyana wan armanc dike, êdî nebin dîwarê tires li pêş wan, û divê rêveberî dest ji wan kiryaran berde.

Di dawiya daxuyaniya xwe ENKSê bang li li hemû aliyên navdewletî û her aliyek guhdanê dide sicên demoqratî û mirovî kir ku dengê xwe bilind bikin û rola xwe di danîna sînorekê ji van binpêkirinên di dermafê welatiyan de deynin, herweha spasiya gelê kurd, û aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li ser beşdarbûnê kir.