Şandek ji PDK-Sê serdana PDKê kir

Şandek ji PDK-Sê serdana PDKê kir

PDK-S: Bi mebesta pêşkêşkirina pîrozbahiyan, şandek ji rêxistina Duhokê ya PDK-Sê serdana baregeha şaxê 17an ya Partiya Demoqratî Kurdistanê kir.

Şanda PDK-Sê bi serokatiya Hacî Kalo berpirsê rêxistina Duhokê, û endamê komîta navendî ya PDK-Sê bû, herweha Mihdî Hisên endamê desteya rawêjkarî û hin endamên komîta herêmî pêk dihat.

Şanda PDK-Sê ji aliyê Aştî Koçer berpirsê şaxê 17an ya PDKê ve hat pêşwazîkirin. Di hevîtinê de Hacî Kalo pîrozbahî bi serkeftina berbijêrên PDKê pêşkêş kirin, û behsa pêşhateyên dawiyê û rêkeftina Şengalê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Aştî Koçer tekezî li ser karê hevbeş yê herdu partiyên PDKê û PDK-Sê kir û got herdu partî di yek rêyê de xebatê û bervaniyê di ber Kurdistanê de dikin.