Ciwanekî Rojavayê Kurdistanê ji 5 salan ve windayî ye

Ciwanekî Rojavayê Kurdistanê ji 5 salan ve windayî ye

PDK-S: Ciwanekî kurd, ji beriya 5 salan ve li Elmanyayê winda bûye, û ta roj îro, malbat tu agahiyekî li ser nizanin û dangûbasên wî hatine birîn.

Ciwanê kurd Mustefa Îbrahîm, ku xelkê gundê Til Rehman yê bi ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve ye, ji beriya 5 salan ve li Dortmonda Elmaniya winda bûye, ta niha jî tu zaniyariyek li ser tune ye.

Mustefa Îbarhîm, jidayîbûyê sala 1996an e, û nişteciyê bajarê Dortmondê bû, ji bo diyarkirina cihê wî malbatê bangek belav kir tê de daxwaz kirin ku her kesek nûçeyekê li ser bizanibe peywendiyê bi malbatê re bike.