Salvegera 23an ya koçbarkirina xebatkar Ekrem Melkanî (Bavê Qehreman)

Salvegera 23an ya koçbarkirina xebatkar Ekrem Melkanî (Bavê Qehreman)

PDK-S: Ekrem Melkanî yek ji serkirdeyê Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya bû, ku ji ber helwêstên xwe rastî astangiyan ji aliyê rêjîma Sûriyê û hejariya jiyanê ve hat , ku ta koça dawiyê jî ji wan helwêstan ne hat xwarê.

Ekrem Melkanî, ku di hat naskirin bi bavê Qehreman ji daykbûyê sala 1952an bû, û bixwa xelkê bajarê Dêrka Rojavayê Kurdistanê bû, xêzandar bû û bavê 5 keçan bû.

Bavê Qehreman di sala 1968an de tevlî refên Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya bû , kesek çalak û kurdberwer bû, û di hat naskirin bi hezkirina wî ji netew û partiya wî re lewma di sala 1982an de pileya komîteya navçeyê wergirt.

Bi sedema çalakyên wî di nava partî de gelek caran ji aliyê hêzên ewlekariya rêjîmê li bajarê Dêrkê û bi taybet Emin Eldewle ve dihat xwestin, û di her carekî de tuşî lêkolîn û işkenceyê dihat.

Bavê Qehreman di benka çandiniyê li bajarê Dêrkê de karker bû, lê û ji ber çalakiyên wî yên siyasî serokê navenda Emin Eldewle ya rêjîmê li bajarê Dêrkê Ebû Ubeyda ew ji karê wî durxist.

Herweha ji bilî Işkenceyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve sê caran kete di zîndanên rêjîma Sûriyê de, carekî li zindana Dêrkê , carekî li zindana Qamişlo û careke din li zindana Hesekê.

Ji sala 1983an ta sala 1986an berpirsê rêxistina Koçerat ya Partiya Demuqrata Kurdistan Sûriya, bû herweha ji sala 1986an ta sala 1998an berpirsê rêxistina aliyan ya heman partiyê bû.

Bavê qehreman di gelek bûne û kongiran de nunerê partiya xwe bû , mîna kongirê 11an yê Partiya Demuqrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê, ku weku nunerê Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya beşdar bû.

Di sala 1998an de rastî nexweşiya Penceşêrê hat û piştî sê mehan ji nexweşiyê anku di roja 28 Berçleya sala 1998an de koça dawî kir, û bi wê yekê tevgera siyasî ya Kurdî û Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya yek ji xebatkarên xwe ji dest da.