Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala nû ya zayînî

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala nû ya zayînî

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala nû ya zayînî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta serê sala nû ya zayînî ve pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim. Hêvîdarim sala nû ji bo gelê me destpêka qonaxeke nû bê ji bo baştirbûna guzeraniya xelkê û pêkanîna aramî û pêşketinên zêdetir

Bi pêwîst dizanim spasiyên xwe pêşkêşî hêzên Pêşmerge û dezgehên emnî û hemû xelkê Kurdistanê bikim ku herdem bi qurbanîdan û xweragiriya xwe, li beranber gef û teror û abluqeyan da rawestan û parêzgeriyê li Kurdistanê kirine. Erkê ser milê hemû dam û dezgeh û aliyên siyasiyane li asta qurbanîdana gelê me da bin û pêkve û bi hîmmeta hemû aliyek parêzgeriyê li destkeftan û mafên xelkê Kurdistanê bikin.

Hilbijartina cotmeha derbasbûyî ya Encûmena Nûnerên Iraqê, hilbijartineke baş bû û encamên wê jî derxerê xwest û îradeya welatiyan bû. Piştî pejirandina encaman ji aliyê dadgeha federalî ve pêwîste hengav û nerîtên destûrî yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê û dezgehên din bi leztir bêne bi cîh kirin û geşbûn û xizmetguzarî û maf û xwesta welatiyan û hemû pêkhatên Iraqê bibê ewlewiyeta bernameyên hikûmeta nû. Ew jî li çarçêweya bi cîhkirina her sê prensîpên hevbeşî, li hevkirin û hevsengiya li hukimraniyê da. Heman demê de jî nabê êdî hewla îhmalkirina pêkhatên Iraqê li hukimraniyê da bê dayîn.

Bi helkefta serê sala 2022 ya zayînî ve careke din tekez li ser peyama aştiyane û çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikîn û pêwîste hemû aliyek bi başî li wê yekê têbigihe ku Iraq û navçeya me êdî xwe li ber kêşe û tundutîjî û teror û tundrewî û nearamiyê nagrê. Erkê civaka navdewletiye jî ji bo parastina aştî û dadperwerî û asayîşê hokareke yarmetîder bê, bo ku êdî ji vê zêdetir gelên navçeyê û xelkê bêtawan tûşî êş û wêrankariyê nebin.

Li sala nû da bi hêviya wê yekê aştî û pêkvejiyan li ser navçeya me da bikêşê û hêviya xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistanê dixwazim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim gelê me ji hemû cûre pejik û nexweşî û êş û karesatan bi dûr bigrê.
Mesûd Barzanî
31.12.2021